Komîteya Têkiliyên Derve ya Senetoyê, der barê daxwaza Obama ya ku şandibû Kongreyê de, metna pêşnûmayeke nû amade kir.
Li gor vê yekê, sînorê 60 rojî ji bo mûdaxaleya leşkerî ya der barê Sûriyê de kifş kirin. Lê heke kesek li dijî biryara Kongreyê dernekeve, dê bikaribin vê maweyê bi qasî 30 rojê din jî dirêj bikin. Ango dê 90 rojî mafê Obama hebe ku bikaribe hêza leşkerî bi kar bîne.
Digel vê yekê jî ev pêşnûma şandina leşkerên Amerikayê ya li ser Sûriyê qedexe dike.
Tê payîn ku komîte îro pêşnûmayê bipejirîne.