Haydar Şahin
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Qralê Urdinê Ebdillahê 2yan bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdilezîz Al Siûd ra li ser biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya ku Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" nas dike axivî.
Di daxuyaniya Dîwana Qraliyeta Urdinê da hat diyarkirin ku Qral Ebdillahê ku Erebistana Siûdî ziyaret kir li Riyada paytext bi Qral Selman ra hat ba hev.
Hat ragihandin ku herdu serok li ser biryara Amerîkayê ya ji bo Qudsê, encamên wê û têkiliyên di navbera herdu welatan da axivîn.
Der barê hûrgiliyên hevdîtinê da agahî nehatin dayîn.
Qral Ebdillahê ku hate Erebistana Siûdî ji bo ku beşdarî Lûtkeya Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî bibe ew ê derbasî Stenbolê bibe.