Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, mamoste Omer Gençê ku li gundê Kûrtûlûşê girêdayî navçeyê dijî dema rabû nimêja sibê xwest ku zarokên xwe jî şiyar bike.
Genç çû odeya zarokên xwe ya ku bisobe ye û dît ku li odeyê dû heye û zarok jî ji hiş çûne. Genç bi arîkariya cînarên xwe zarokên xwe Ayşe Nazli Genç, Tarik Genç û Yûsûf Îslam Genç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêybînê.
Digel tedawiya ku hat kirin Ayşe Nazli Genç, (9) û kekê wê Tarik Genç mirin.
Yûsûf Îslam Genç jî piştî tedawiya ewil a li wir hat kirin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê kirin.
Termê her du zarokan piştî otopsiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêybînê hat kirin, ji bo otopsiya berfireh şandin Saziya Tiba Dadî a Diyarbekirê.