ŞAM
Li ser bûyerên Sûriyeyê qewimîn re hezar roj derbas bûn. Hat ragihandin ku di encama bûyerên li vir de, ji destpêka bûyeran heta vê rojê bi tevahî 129 hezar û 403 kes mirin.
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS), ji destpêka bûyeran heta niha hezar roj derbas bûn û di encama mudaxeleya hêzên rejîmê de, 102 hazar û 759 sivîl û bi tevahî 129 hezar û 403 kes mirin.
Li gor daneyan, di nav mirinyan de 12 hezar û 148 jê zarok û 11 hezar û 35 jin in. Hat îfadekirin ku 29 jin, 91 zarok û 3 hezar û 461 kes jî di êşkencê de mirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku jê 9 hezar zarok, 4 hezar û 500 jin, 215 hezar kes bi destê rêvebiriya Şamê hatin girtin.
7500 jin rastî destdirêjiyê hatin
Ji adara 2011an vir ve di nav de dibistan, nexweşxane, mizgeft û dêr 900 hezarî zêdetir avahî hatin wêrankirin. Li gor daneyên raporê 7 hezar û 500 jin ji teref hêzên rejîmê ve rastî destdirêjiyê hatin.
Li gor raporê, di bûyerên navxweyî de 6 milyon û 395 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. Herwiha 3 milyon û 600 hezar kes jî revîn derveyî welêt. Di raporê de hat balkişandin ku wêneyên kesên di bûyeran de mirin, yên hatin girtin û cihûwarên hilweşiyan ji bo bibin delîl hatine kişandin û wêne li ser raporê hat zêdekirin.