BUENOS AIRES
Li Arjantînê polêsan ji ber enflasyona zêde, xwestin ku mehaniya wan bê sazkirin û li ser vê dest bi grevê kirin. Ev greva polêsan jî bi kêrî çeteyan hat.
Rayedaran diyar kirin ku ji 23 eyaletên ku polêsan lê grêvê dikin, li 19 eyalatan bûyerên talan, êrîş û diziyê pêktên.
Çete camên kargehan tênin xwarê û tê de çi hebe talan dikin. Di bûyeran de heta niha 5 kes mirin, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya ku ji ofîsa Seroka Dewletê Cîrîstîna Fernandezê hat kirin, hat diyarkirin ku sûcên ji aliyê çeteyan tê kirin, di salvegera 30yemîn a derbasbûna demokrasiyê ya welêt de xayîntiye.
Wezîrê Dadê Jûlîo Alak jî li ser malperê peyam şand û hişyarî da ku kesên tevli bûyerên tund dibin, dê derkevin hemberî mehkemê.