İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
NAÎROBÎ
Hat ragihandin ku li bakurê Somaliyê komeke tundraw pêşengekî dînî yê naskirî û herî kêm 17 murîdên wî kuştin.
Ji emniyeta Galkayoyê Ehmed Ewale diyar kir ku tundrawan îro serê sibê bi çekan êrîş birin ser îqametgeha pêşengê dînî ku di heman demê da dergaha Sûfiyan e.
Ewale diyar kir ku di êrîşê da pêşengê dînî û 17 murîdên wî hatin kuştin, li gor agahiyên ewilîn 20 kes birîndar bûn û hêzên ewlehiyê piraniya êrîşkaran kuştin.
Rêxistina terorê ya Eşşebabê êrîş hilda ser xwe.