Ahmet Nurduhan,Lejla Biogradlija
07 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2022
Meşa Aştiyê (Marş Mîra) ya ku bi beşdariya hezaran kesî her sal li Nezuka navçeya Bosna Hersekê li ser rêya daristanê ji bo bibîranîna qurbaniyên sala 1995an a komkujiya Srebrenîstsayê çêdibe di 8ê tîrmehê da destpê kir.
Ji bo Boşnaqên ji ber komkujiya Srebrenîtsayê reviyan û li daristanê meşiyan ku xwe bigihînin bajarê Tuzlayê bên bibîranîn ev meş her sal çêdibe û 3 rojan dewam dike.
Beşdarvan wê 100 kîlomêtro rê bimeşin ku îsal 18emîn Meşa Aştiyê tê lidarxistin.
Di 27emîn salvegera komkujiya ku wek trajediya herî mezin a mirovahiyê ya li Ewropayê tê binavkirin da beşdarvan wê ji bajaroka Nezukê rê bikevin û di 10ê tîrmehê da xwe bigîhîninin Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê.

- Roja ewil wê 30 kîlomêtro bimeşin
Beşdarvan wê roja ewil 30 kîlomêtro bimeşin û bigîhêjin Kampa Lîpljeyê û li wir bimînin.
Sivîlên ji komkujiyê filitîne wê behsa serpêhatiyên xwe bikin, ji ber ku Eyda Qurbanê ye ewê li kampê nimêja eydê bikin.
Piştî nimêjê di 9ê tîrmehê ewê dîsa bi rê bikevin û li ser herêma Kamenîcayê wê 35 kîlomêtroyan ber bi Mravînjciyê herin.
Dema beşdarvan gihîştin Mravînjciyê wê roja duyem li wir bimînin.
Paşê ewê di roja sêyem dîsa rê bikevin û wê herin Kamenîcko Brdoyê ya ku qasî 100 Boşnaq lê hatin kuştin.
Beşdar dê li ser Buljîmê bimeşin û berêvarê dê bigihîjin Goristana Abîdeyî ya Potoçariyê.

Di van du salên dawîn da ji ber tedbîrên Kovîd-19ê hejmareke sînorkirî beşdarî meşê dibû, lê îsal tê pêşbînîkirin ku 5 hezar kes dê beşdarî meşê bibin.
Meşa ku kesên ji komkujiyê xilas bûn pêşengiyê dikin her sal ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiya Srebrenîtsayê tê lidarxistin.
Li Bosna Herkesê ji 15 hezar sivîlên Boşnak ên ku di dema şer da ji bo ku neyên kuştin ji rêya daristanê ra çûn, bi tenê 3 hezar û 500 sivîlî xwe gihand herêma ewle.
- Hejmara kesên li Potoçariyê hatin definkirin dê derkeve 6 hezar û 721ê
Di 11ê Tîrmeha 1995an da yekîneyên Sirp ên di fermandariya Ratko Mladîç da Srebrenîtsa dagir kirin, Boşnaqên sivîl ên xwe sipartin eskerên Hollandayê yên di bin banê Neteweyên Yekbûyî da piştî demekê ew teslîmî Sirpan kirin.
Sirpan destûr dan ku jin û zarok derbasî herêmên di kontrola eskerên Boşnaq da ne bibin, herî kêm 8 hezar û 372 mêrên Boşnaq di daristan, fabrîqe û depoyan da qetil kirin. Cinazeyên Boşnaqan ên qetilkirin jî xistin gorên komî.
Piştî şer xebatên lêgerînê hatin kirin, cinazeyên nasnameya wan tên tesbîtkirin jî her sal di 11ê Tîrmehê da li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê tên definkirin.
Di Goristana Abîdeyî ya Potoçariyê da merzelê 6 hezar û 671 qurbaniyên komkujiyê hene û ev hejmar dê di 11ê Tîrmehê da derkeve 6 hezar û 721ê.