ŞAM
Hat diyarkirin ku li Suriyê hêzên rêvebiriya Şamê di giştiyê welêt de bi çekên giran li hember muxalifan operasyon li dar xistin. Di operasyonan de 75 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Suriyê (SNHR) diyar kir ku tîmên Esed ji bo kesên muxalif ji hewa û bejayê operasyon li dar xist. Di operasyonan de li paytext Şamê 27, li Derayê 13, li Helebê 7, li Humusê 7, li Deyru'z Zorê 4, li Hamayê 4, li Kunetrayê 3, li Hasekeyê 7, li Îdlibê 2 û li Lazkiyeyê jî kesek bi tevahî 75 kes mirin.
Lijneya Şoreş a Giştî ya Suriyê (SRGC) bal kişand ku tîmên rejimê top û rokêtan ve êrîşê gundên herêma Cebel El Zawiyeyê ya li Îdlibê kirin. SRGCyê diyar kir ku helîkopterên artêşê bi bombeyên warîlan ve herêmên girêdayî muxalifan bombe kir.
SRGCyê ragihand ku ewil Şam li gelek bajaran di navbera tîmên Esed û muxalifên bi çek pevçûn dewam dikin û hêzên ewlehiyê jî herêmên ku muxalif zêde dijîn bi bombe dikin.
Ji aliyê din ajansa fermî ya Suriyê SANAyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê li gelek bajaran operasyon kir. Di operasyonan de gelek komên biçek yên di nav wan de kesên biyanî jî hene hatin berhewakirin û hin herêm dîsa hatin bi dest xistin.