ŞAM
Li dorbajarên Şamê 31, li Îdlîbê 18, li Hemayê 10, li Helebê 7, li Derayê 4, li Humusê 2, li Deyru'z Zorê 1, li Tarsusê jî kesek mir. Li giştiyê welêt bi tevayî 74 kes mirin.
Ji aliyê din ve Komîteya Kordînasyana herêmî ya Suriyê (LCC) diyar kir ku hêzên rejîmê bi çekên giran êrîşî herêmên Qadem, Kabun, Dareya, Yermûk û Tadamûna Şamê kir. Di êrişan de gelek avahî hilweşiyan û xisar dîtin. Li Haresta, Cobar, Muaddamiye, Seyîde Zeynep û li hêrêma Gutaya rojhilatê, di navbera Artêşa Suriyeya Azad (ASA) û hêzên Esed de şerên dijwar pêk tên.
LCCê dest nîşan kir ku hêzên Esed di serî de li bajarê Humusê li gelek bajarên ku bi piranî muxalif lê dimînin, bombeyan dibarîne. Li gor agahiyên LCCê hêzên muxalifan êrîşê balefirgehên leşgerî yên li Deyru'z Zor, Heleb û Rakkayê kirine û agir bi balafirên Artêşê xistine.
Ajansa fermî ya Suriyê SANAyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê li gelek bajaran operasyon kir. Di operasyonan de gelek komên biçek hatin berhewakirin.
SANAyê diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînan de 78 kes jî serbest hatin berdan.