Hat ragihandin ku navenda erdhejê li aliyê bakurê rojava û 99 kîlomêtro dûrî bajarê Iqûîqûeyê ye. Li herêmê di 16 adarê de erdhejeke ku lerza wê 6,7 bû qewimî bû û di du hefteyên dawîn de jî zêdetirî 500î lerz pêk hatibûn.
Piştî hişyariya Navenda Hişyariyê ya Tsûnamiyê ya Pasîfîkê welatiyên ku li nêzîkî peravê Okyanûsa Mezin dijîn şandin herêmên bilind.
Erdhej bû sedema pêlên ku bilindahiya wan 2,1 mêtro.
Piştî erdheja ku di saet 20.46an de pêk hat yek jê lerza wê 6,2 bû û gelek lerzên din pêk hatin.
Wezîrê Karên Derve Rodrigo Penaîlîllo da zanîn ku Serokê Dewletê Mîchelle Bachelet ji nêz ve geşedanan dişopîne û amade ye ku ji bo ewlehiya gel çi hewce bike bi cih bîne. Penaîlîllo diyar kir ku ji bo ber li talankirina herêmên ku hatin valakirin bigrin, gelek leşker sewqî herêmê kirin.
Hat ragihandin ku di encama erdhejê de du kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Waliyê Iqûîqûeyê Gonzalo Prîeto da zanîn ku di erdhejê de du kesan qeyrana dil derbas kirine û di encamê de mirine.
Ji ber lerza bilind stûnên ceyranê qelibîn, li herêmê ceyran nîne, li gelek cihan şewat derket û di balafirgehekê de xesar pêk hat.
Erdhej bûye sedema hezazê, di encama hezazê de gelek rê hatin girtin.
Ji girtîgeha ku xesar pêk hat a li bajarê Iqûîqûeyê, nêzîkî 300 mehkûmên jin revîn.
Welatên cîran Perû û Bolivyayê jî bi erdhejê hesiyan.
- Welatê erdhejan
Li Şîliya ku wekî herêma erdhejê tê zanîn di sala 1877an de erdhejeke ku lerza wê 8,3 bû qewimî û piştî erdhejê pêlên ku bilindahiya wan 24 mêtro bûn pêk hatibûn.
Erdheja ku lerza wê herî mezin di sala 1960an de li Şîliyê pêk hatibû. Lerza erdheja ku di encamê de zêdetirî 5 hezar kes miribûn 9,5 bû.
Piştî erheja ku lerza wê 8,8 bû û di sala 2010an de qewimî, tsûnamî pêk hat û di encamê de zêdetirî 700 kesî miribûn. Herwiha di 220 avahiyan de xesar pêk hatibû.