Zehawî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku digel hemû niyetên baş yên Herêma Kurdistanê, hikûmeta Bexdayê tu bersivên erênî nedan. Zehawî got ku "Serokwezîrê Iraqê Malikî dixwaze ku kurd ji Iraqê veqetin. Ji ber ku heke kurd veqetin dê sunî bikevin rewşa kêmneteweyan û êdî dê nekarin li ber xwe bidin."
Zehawî bi bîr xist ku Nêçîrvan Barzanî pêşniyaz kir ku bi saya hikûmeta Iraqê rojane 100 hezar warîl neftê li ser Xeta Boriyê ya Ceyhan û Kerkûkê bişîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev pêşniyaz pêngavek bû ku Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de avêt. Lê belê hikûmeta Bexdayê li hember vê jestê tu pêngavên erênî neavêtin. Aliyê Iraqê dikaribû qismek para herêma Kurdistanê ya ji budçeyê bidaya û bi vî awayî gaveke erênî biavêta, lê belê ev yekê jî nekir. "
Zehawî got ku Tirkiye, DYA û Îran ji bo çareserkirina pirsgirêkê ketin dewrê lê ji ber helwesta Malikî tu encam nehat bidestxistin. Zehawî li ser pirsa "Heke hikûmeta Bexdayê tu pêngavan neavêje hûnê çi bikin?" got ku "Em ê du mehên din jî li bendê bimînin. Heke di navbera vê maweyê de para me ya ji budçeyê û mehaneyên karmendên me neyên dayîn, em ê dest bi îxrackirina nefta xwe bikin."