Abdullah Tel
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Hikûmeta Sûdanê li rojava û başûrê welêt ji bo dawî li şer bê bi 9 rêxistinên çekdarî yên serhildêr ên di bin kontrola Eniya Şoreşê da ne ra peymana aştiyê îmze kir.
Di merasima li Cudaya paytextê Sûdana Başûr hat kirin da Alîkarê Serokê Konseya Serdestiyê ya Sûdanê Orgeneral Mihemed Hamdan Dakalu, Serokê Eniya Şoreşê El Hadî Îdrîs û nûnerên hereketa çekdarî peymana aştiyê ya dawîn îmze kirin.
Ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê û ji wir jî heta herêma Kendavê gelek kesên payebilind ên dewetkirî beşdarî merasimê bûn.