Abdullah Tel
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Li Ganî Hîla navçeya Nangarhara wîleyeta Efxanistanê di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da 15 kesan can da.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî ragihand ku bi êrîşê va avahiya qaymeqamtiya navçeya Ganî Hîlê wek hedef hatiye hilbijartin.
Hogyanî destnîşan kir ku êrîşkarên din jî ketine avahiya qaymeqamtiyê û xwestine êrîşa xwe bidomînin lê wezîfedarên ewlehiyê ew berteref kirine û di êrîşê da piranî jê sivîl 15 kesan can da û 50yî zêdetir kes ji birîndar bûn.
Berdevk Hogyanî ragihand ku ji ber êrîşê cam û paceyên dikan û malên nêzîkî bûyerê şikestin.
Heta niha kesî êrîş hilneda ser xwe.