Haydar Şahin
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2020
Sean Conleyê doxtorê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê ku bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketibû diyar kir ku derman didin Serokê Amerîkayê.
Conleyê der barê rewşa Trump da peyam weşand û destnîşan kir ku bi pisporên Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reed û Zanîngeha John Hopkînsê ra axivî paşê pêşniyaz kir ku Trump rakin Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reedê.
Conley got, "Rewşa Serok baş e û loma ez gelekî kêfxweş im."
Conley got hewcedariya Trump bi teqwiyeya oksîjenê tune lêbelê di encama hevdîtinên bi pisporan ra kir da biryar dan ku bi derman Trump tedawî bikin.
Conley got doza ewil a "Remdesîvîr"ê dan Tump û nika îstirehet dike.
- "Ez ber bi başiyê diçim
Trumpê bi Kovîd-19ê ket jî diyar kir ku rewşa wî ber bi başiyê diçe.
Trump di hesabê xwe yê Twitterê da got, "Bi ya min ez ber bi başiyê diçim. Ji her kesî ra sipas dikim."
- Melanîa Trumpa xanima Trumpê Serokê Amerîkayê jî bi Kovîd-19ê ketibû
Donald Trump di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha gotibû: "Vê şevê testa Kovîd-19ê ya min û Fîrst Ladyyê pozîtîf derket. Em ê demildest dest bi pêvajoya karantîna û başbûnê bikin. Em ê bi hev ra ji vê pêvajoyê xilas bibin."