11 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
GENEVA
Li Sûriyeyê tevî ku agirbest li holê ye, di nava heftiyekê da ji ber bûyerên tundiyê 20 zarokan canê xwe ji dest dan.
Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bangawaziya xwe ya ji bo rakirina astengiyên li pêşiya gihandina pêdiviyên bijîjkî û piştevaniya mirovî ji bo hemî zarokên li Sûriyeyê dubare kir.
Dîrektorê herêmê yê UNICEFê Geert Cappelaere, di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku li Sûriyeyê di nava heftiyekê da ji ber bûyerên tundiyê 20 zarokan canê xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne û wiha pê da çû: "Li Idlibê ji ber tundûtîjiyên vê hefteyê 16 ji wan zarok 30 kes mirin. Hinek ji wanê ku mirin ewên ku ji Helebê ji cih û warê xwe bûbûn."
Cappelaere anî ziman ku li deverê "Zehra" û "Waer" a Humsê di akama êrîşan da 4 zarokan canê xwe ji dest dane û 5 jî birîndar bûne.