08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed destnîşan kir ku alîkariya çekan didin Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û got ku belgeyên vê jî di destê me da hene.
Daxuyaniya Esed a ku dabû rojnameya The Sunday Timesa Îngilistanê, di malpera SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê da hat weşandin.
Esed di hevpeyvîna xwe da diyar kir ku PYD û ertêşa Sûriyeyê li heman herêman li dijî terorîstan şer dikin.
Esed destnîşan kir ku artêşa Sûriyê PYDê perwerde dike û wiha xeberda: "Belgeyên me hene. Me çek û cebilxane da PYDyê. Lewra ew jî welatiyên Sûriyeyê ne û dixwazin li dijî terorê şer bikin. Em heman tiştî ji bo komên din jî dikin. Lewra artêş nikare here her derên Sûriyeyê."
Esed li ser helwesta Rûsya û Îranê ya li Sûriyeyê da wiha got: "Rola Rûsyayê girîng e. Di warê siyasî û leşkerî da tesîrên vê hene. Di serê ser da alîkariya Rûsyayê ya ji bo hikûmet û gelê Sûriyeyê, alîkariya Îranê ya ji bo têkoşîna dijî terorîzmê gelekî girîng in."
DYA "PYDyê di têkoşîna dijî DAEŞê da wekî hevalbendekî girîng dibîne." Êrîşên li dijî DAEŞê yên hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê da piranî li Kobanêyê ji bo PYDyê hatin kirin. Bi operasyonên ku di gulana 2015an da dest pê kirin Tel Ebyad ket destê PYDyê. Bi saya DYAyê "kanton"ên Heseke û Kobanê gihêştin hev.