10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
ANKARA
DEAŞa rêxistina terorê li Sûriyeyê piraniya serdestiya xwe winda kir û piştî wê jî PKK/PYDya rêxistina terorê ya ku DYAyê ew anî asta hêzeke eskerî dimîne. DEAŞê li Sûriyeyê derbeyeke mezin li muxalifên eskerî xist û ev yek gelek bi kêrî rejima Beşşar Esed hat. Enqaz û xirbeyên ku DEAŞ li Sûriyeyê bû sedem jî bi salan wê nikaribe bê telafîkirin."
DEAŞê duh jî ji du herêmên dawîn ên ku li ser Dêrazor û Heskêfê bajarên Sûriyeyê ne, vekişiya û niha ji Hesekê ku ber bi Dêrazora başûrê wê dikeve va li qadeke 2 hezar û 747 kîlometreqereyî pêk tê serdest e.
Lê Dêrazor jî seranserê sînorê Iraqê qadeke ji 12 hezar û 757 kîlometreqereyî pêk tê hê jî di bin dagirkeriya DEAŞê da ye.
Li herêma çol a bajarê Xumsê ya nav welêt, 50 kîlometre ber bi rojhilatê bajarê dîrokî Palmîrayê (Tedmûr) va û qada xaz û neftê ya Dubayatê jî di nav da 2 hezar û 700 kîlometreqere qad di dest da maye.
Qismekî herêma li ser sînorê di navbera Sûriye-Îsraîlê da û qismekî jî Kampa Yermûkê ya li başûrê Şamê dikeve hê jî di bin dagirkirina DEAŞê da ye.
Seranserê Sûriyeyê ji 185 hezar kîlometreqereyî pêk tê û niha bi tenê 17 hezar û 622 kîlometreqere cih di destê DEAŞê da maye lê dema ev yek bi sala 2015an ra bê muqayesekirin (wê demê 91 hezar metreqere qad di bin dagirkeriya DEAŞê da bû) gelek hindik e.
Li Sûriyeyê DEAŞ her çiqas bi rejimê ra şer kiribe û jê erd stendibe jî şerê mezin bi muxalifan ra kir û zorê li wan bir, bi vî awayî jî destê rejimê xurt kir.