ŞAM
Li Sûriyeyê hêzên artêşa Esed li dijî muxalifan operasyonan dike. Di operasyonên duh de 4ê wan zarok, 2yê wan jin bi tevahî 46 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Merivan a Sûriyeyê (RMM) de hat diyarkirin ku di operasyonên hêzên Esed yên dijî muxalifan de li Helebê 13, li Xumsê 10, li Derayê 8, li Îdlibê 4, li Raqqayê 1 û li Deyrezzurê 1 bi tevahî 46 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku balafirên şer yên hêzên Esed êrîşî mizgefta Osman Bîn Efwan kirin û di mizgeftê de zirar û ziyan çêbû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên artêşa Esed li bajarê Dera Nuwayê bombeyên warêlan, li bajarên Hemayê, Helebê, Şamê, Xumsê û Îdlibê jî bombeyên roketan li ser welatiyan de dibarîne.
Ji alî din ve SANAya ajansa nûçeyên fermî ya rejima Sûriyeyê jî diyar kir ku di operasyonên rejimê de gelek komên çekdar hatin kuştin.