ŞAM
Li Sûriyeyê yekîneyên girêdayî artêşa Beşşar Esed êrîşî hêzên muxalifan kir. Di êrîşê de jê 8 zarok û 6 jin bi tevahî 75 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) daxuyand ku di encama operasyonên hewayî û bejahî de li Helebê 29, Şamê 19, Derayê 6, Hamayê 7, Kûneytrayê 4, Îdlibê 3, Xûmûsê 3, Deyrû'z Zorê 2 û li Lazkiyeyê 2 kes bi tevahî 75 kes mirin.