Li gor îdiayan balafirên artêşa Sûriyeyê bi "bombeya warîlê yên bigaza klor" êrîşî herêma Kûfr Zeyta li ser Hamayê kirin û gaza biklor li 100 kesî bandor kir.
Konseya Giştî ya Şoreşê ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyanî da û îdia kir ku balafirên artêşa Sûriyeyê bi "bombey warîlê ya bigaza klor" êrîşî herêma Kûfr Zeytê ya li ser Hamayê kir, gaza biklor di nav de jin û zarok jî li ser 100 kesî bandor kir.
SRGC diyar kir ku ji ber bandora gazê çavên mirovan reşevehatin , mirov vereşiyan, bîbikên çavên wan biçûk bûn û hat ragihandin ku kesên ku rewşa wan nebaş sewqî nexweşxaneyên herêmê kirin.
Aktîvîstên herêmî yên li herêmê gotin bûyer rast e, di rojên dawîn de hêzên rejimê li dewsa "bombeyên warîl"ê bi "bombeyên warîl ên biklor" êrîş dikin.