ŞAM
Li Sûriyê ji adara 2011an vir ve di xwepêşanên li dijî rejîmê de 2 hezar û 963 kes ji ber îşkenceya hêzên ewlehiyê mirine.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) daxuyand ku ji roja destpêka xwepêşanên li dijî rejîmê vir ve îşkence dewam dikin û di îşkencexaneyan de di nav de 87 zarok, 27 jin di gel 124 endamên Artêşa Azad a Sûriyê (AAS), bi tevahî 2 hezar û 963 kes di îşkencexaneyan de can dan.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) ragihand ku di vê heyamê de, hêzên rejîmê 215 hezar kes girtine û ji 85 hezar girtiyan tu agahî nehatiye girtin. Hat zanîn ku temenê 9 hezar girtiyan di bin 18 salî de ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav girtiyan de 4 hezar û 500 jin, hezar û 200 xwendekar hene. Şert û mercên girtîgehê gelek giran in. Di cihekî 15 metrekareyî de 45 kes tên girtin.
Hat daxuyandin ku muamela xerab û îşkence jî tê kirin.