ERBÎL (AA) - Dewleta Rûsyayê ji bo penaberên sûriyeyî yên li Herêma Kurdistana Iraqa Federal dijîn bi balafirê 40 tan melzeme şand.
Balafira Rûsyayê di nav de betaniye, kon, cil û xwarin jî hene di saet 11.30da dan daket Balfirgeha Navneteweyî ya Erbîlê.
Wezîrê Karên Hundir yê HKIFê Kerîm Sîncar ji Rûsyayê re spas kir û wiha dewam kir:
"Li herêma kurdan 250 hezar penaberên sûriyî hene. Me hetanî niha ji bo penaberên sûriyî 600 mîlyon dolar xerc kiriye. Tiştê ku ji destê me tê em dikin. Lê ji bo xizmeteke baştir em hêvî dikin ku arîkariyên mirovahî dewam bikin."
Balyozê RÛsyayê ye Erbîlê Valeri Pospîlov diyar kir ku berê arikarİya penaberên li Lubnanê ji kirine û niha jî ji bo penabêren sûriyeyî yên li Iraqe melzemeyên arîkariyê anîne. Pospilov got em e arîkariya xwe dewam bikin.