ŞAM
Hat ragihandin ku balafireke şer a artêşa Sûriyê êrîş li mizgefteke li Hûmûsê kir. Di encamê de 25 kes mirin û gelek welatî jî birîndar bûn.
Konseya Şoreşê ya Giştî ya Suriyê(SRGC) diyar kir ku balafireke şer a aîdê rejîmê, êrîş li mizgefta li taxa Zaferaniyê kir. Ji welatiyên ku li mizgeftê nimêja cejnê dikirin 25 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.
SRGCê daxuyand ku ji aliyê din ve li bajarê Lazkiyê di navbera artêşa Sûriyê û Artêşa Azad a Sûriyê de şer dewam dike, yekîneyên rejîmê ji hewa û ji bejayê êrîş li çiyayê Ekradê dikin.
SRGCê diyar kir ku artêşa Sûriyê ji bo ku gundên bi navê Obin û Aramuyê yên ku kontrola wan wenda kiribû dîsa bi dest bixe, hewl dide.
Ji aliyê din ve hat ragîhandin ku endamên OSOyê jî ji bo ku xwe bigihijînin lûtkeya En-Nebi Yunusê ya çiyayê Ekradê têdikoşin.
-Di meha Remezanê de 3 hezar mirî
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di operasyonên li giştiyê welêt de tenê di meha Remezanê de jê 1995 sivîl bi tevahî 3011 kes mirin.