ÎSLAMABAD/BAKU
Misilmanên pakistanî ji bo edakirina nimêja cejnê vê sibehê berê xwe dane mizgeftan.
Ji ber fikarên ewlehiyê li paytext Îslamabadê gelek tevdîr hatin sitendin û nimêja cejnê bi beşdarbûna gelek welatiyan hat edakirin. Welatiyan fitreyên xwe dane kesên xizan ku li ber deriyên mizgeftan sekinî bûn.
Piştî nimêjê misilmanên pakistanî di serî de misilmanên Îraqê, Suriyê, Misrê û Burmayê ji bo hemû misilmanên ku zilmê dibînin dia kirin.
Piştî xutbê welatiyan li hewşên mizgeftan hevdû hembêz kirin û cejna hev pîroz kirin.
Cejna Remezanê li Azerbaycanê jî îsal rojekê piştî Tirkiyê hat pîrozkirin. Welatiyên azerbaycanî ji bo edakirina nimêja cejnê vê sibehê berê xwe dane mizgeftan.