Mustafa Melih Ahıshalı
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Li Îranê piştî mirina Mehsa Emîniyê xwepêşandanan dest pê kir û di roja 16em da li gelek bajarên welêt dewam kir.
Li gor medyaya Îranê, li Zanîngeha Sineta Şerîf a Tehranê du bişev bi sedan xwendekaran xwepêşandan kir ku hevalên wan ên binçavkirî werin berdan.
Piştî ku xwepêşandêran dijî rejimê duruşme berz kirin, hêzên asayîşê dora zanîngehê girt û bi xaza îsotê va midaxaleyî qerebalixê kir.
Li gor dîmenên ser medyaya civakî, dema ku xwendekar ji midaxaleya polêsan direvin, gule tên agirkirin.
Tehraniyên ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiya xwendekaran, bi wesayîtên xwe di kolana Azadiyê ya diçe zanîngehê da konvoy çêkir. Hat gotin, piştî ku xwendekar ji kampusa zanîngehê derketin, di kuçe û kolanan da xwepêşandana xwe domandin, polêsan jî bi xaza îsotê midaxaleyî wan kir.
Tê gotin ku bi dehan xwendekar hatin binçavkirin, bûyer sekinîn, xwendekar ji kampusa zanîngehê hatin derxistin û dersên Zanîngeha Sineta Şerîf demekê hatin tetîlkirin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê daxuyandibû ku di xwepêşandanan da ji hêzên asayîşê jî wezîfedar di nav da 41 kes hatin kuştin.