Önder Beyter
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
TEL AVÎV (AA) - Pêşangeha malên dîrokî yên Stenbolê ya Dr. Yosef Sibiyê ku li Stenbolê jidayîk bûye û perwerde sitandiye, li Navenda Çanda Tirkan a li paytextê Îsraîlê Tel Avîvê vebû.
Di destpêka pêşangeha ku bi hevkariya Balyozxaneya Tirkiyeyê li Îsraîlê û Yekîtiya Tirkiyeyiyên li Îsraîlê hat lidarxistin û ji malên dîrokî yên Stenbolê ku Sibi wekî "Serhatiyên Zaroktiya Min" bi nav dike, pêk tê da sirûdên neteweyî yên Tirkiye û Îsraîlê hatin xwendin û stranên Tirkî û Îbranîkî hatin gotin.
Piştî konsera kurt, pêşangeha malên dîrokî yên Stenbolê yên Sibiyê ku sala 1943yan li Stenbolê jidayik bûye û piştî wergirtina perwerdeyê, sala 1969an li Îsraîlê bi cih bûye, ji ziyaretê ra hat vekirin.
Hunerhezan eleqeyeke mezin nîşanî pêşangeha Sibiyê ku di heman demê da doktorê tibê ye dan û herwiha di pêşangehê da qedera 90 berhemên Sibi hatin nîşandan.
Sibi di destpêka pêşangehê da axivî û bal kişand ku Stenbol û zaroktiya wî di pêşangehê da reng vedide û herwiha ev 35 sal in ew li ser van maketan dişixule.
Sibi bal kişand ku çêkirina maketekê 3, 4 mehên wî distîne û wiha dewam kir, "Ciyê van malan ne ev der, Stenbol e. Ji ber ku ez herçiqas hewil bidin ku hemû hûrgiliyan destnîşan bikim jî lê ez nikarim ji însanên vê derê ra qala Stenbolê bikim. Ev mal heger li Stenbolê bên nîşandan, wê derê qîmeta wan dê bê zanîn."
Pêşangeh sê mehan dê rojên pêncşem û înê vekirî be.