Elif Orhan
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
VAN
Qursa aşpêjiyê ya ku li navçeya Îpekyoluyê ji aliyê şaredarî û Midûriya Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê ve hat lidarxistin dewam dike.
Di daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn de hat diyarkirin ku perwerdeya qalfatiya aşpêjiyê ya ku bi piştgiriya Midûriya Navenda Perwerdeya Gel a li bin banê Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê ve bi kordînasyona Midûriya Karên Civakî û Çandî tê lidarxistin dewam dike.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku perwerde di Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyî ya Erekê dewam dike û wiha hat gotin:
"Qursiyerên me hûrgiliyên aşpêjiyê ji hîndekarên hoste hîn dibin û dibêjin ji ber ku em agahiyên xwe hem di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin hem jî piştgiriyê didin tecrubeyên me yên pîşeyî em gelekî kêfxweş in. Her wiha berhemên ku di dema qursan de tên çêkirin wek îkram didin qursiyerên li Navenda Perwerdeya Daimî ya Îpekyoluyê. Qursa qalfatiya aşpêjiyê dê 7 meh dewam bike û dema xilas bû dê sertîfîkayê bidin qursiyeran."