24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal:"(Operasyona Çiqlê Zeytûnê) Ne mimkun e ku li ser aboriyê tesîreke neyînî bike. Bi awayê ku wê bigihêje armanca xwe dimeşe."
Wezîr Agbal ji bona Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha got: "Di sala 2018an da wê tesîreke erênî li ser hêviyên aboriyê bike. Bêîstiqrarî û rageşiyên jeopolîtîk ya li Sûriyeyê wê tesîreke neyînî li heviyên aboriyê bike. Tirkiye bi biryardarî operasyonê dimeşîne. Wekî ku her kes hêvî dike serkeftî bibe û ji ber ku hêvî jî di vî warî da ne rîsk û talûkeyên di vê mijarê da wê ji holê bên rakirin."
Agbal: "Darayiya umûmiyê ji aliyê mezinbûna aboriyê ve bi taybetî di bacê de wê unsûrên piştgir ava bike. Divê em sala 2018an ji bo mesrefa teçhîzata makîneyan hin verastkirinan bikin, wisa xuya dike, der barê vê mijarê de me amadehiyên xwe temam kirine."
Agbal: "Di 2018an da em dixwazin ji bona teşwîqkirina veberhênan û îstixdamê qanûneke komî di demek nêz da bişînin Meclisê."
Wezîrê Darayiyê Agbal ji bona lîstikên şensê yên qanûnî wiha got: "Xebatên teknîkî yên ji bona zêdekirina rêjeya îkramiyeyê dest pê kirin."