Wezîrê Îskan û Avadaniyê yê Filîstinê Mufîd el-Heseyîne ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê yê li ser Xazeyê de hejmara malên ku xirab bûn gihîşte hezar û 100î.
Heseyîne daxuyand ku qasî 18 hezar û 300 avahiyan jî xisar dîtin, ji 995ên wan êdî nikarin bên bikaranîn û wiha axivî:
"Êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Ji ber vê ev hejmarên ku me dan ne li giştiyê Xazeyê ne, ji Taxa Şucaiyeyê ne."
Artêşa Îsraîlê bi navê "Xeta Parastinê" di 7ê tîrmehê de ji hewayê êrîşê Xezayê kiribû. Di 17ê tîmehê êvara pêncşemê jî ji bejahiyê êrîş dabû destpêkirin. Di êrîşên ku hedefên wan zêdetir mal û avahîne de heta niha 509 filîstinî mirin, 3 hezar û 150 kes jî birîndar bûn.