Fatih Gazioğlu
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
CENEVRE
Fona Arîkariya Zarokan (UNICEF) a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di çalakiyên li ser sînorê Xezeyê yên ku ji 30yê adarê vir va tên kirin de ji hezarî zêdetir zarokên Filistînî birîndar bûne.
Di daxuyaniya UNICEFê de wiha hat gotin: "UNICEF û hevkarên wê ji bo 70 hezar kesî du tirên ku melzemeyên tibî lê barkirî bûn şandin Xeta Xezeyê."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakiyên li ser sînorê Xezeyê yên ku ji 30ê adarê vir va tên kirin de ji hezarî zêde zarok birîndar ketine, ji van zarokan gelekê wan giran birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî hêzên Îsraîlê dan û hat diyarkirin ku divê zarok her dem bên parastin.
Rupert Colvilleyê ji Berdevkên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê duh daxuyaniyek dabû û gotibû di çalakiyên li sînorê Xezeyê hatine kirin de heta niha 14 zarok şehîd ketine.
Welatiyên Filistînê biryara Amerîkayê ku balyozxaneya xwe bir Qudsê û salvegera Nekbeya (Felaketa Mezin) damezirandina Îsraîlê protesto dikin û di çalakiyên bi navê "meşa milyonan" li dar dixin.
Di çalakiyên duh û pêr hatin kirin da 62 welatiyên Filistînê hatibûn şehîdkirin û ji 3 hezarî jî zêdetir kes jî birîndar bûbûn.