İbrahim Atmaca
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ŞIRNAK
Li Şirnexê tûrnûvaya "Topa Garanê" ku wek ji lîstika qedîm a beyzbolê ya Amerîkayê tê binavkirin û jê ra "Guhşegî" jî tê gotin, hat lidarxistin.
Şaredariya Şirnexê îsal 2yemîn Şahiya Sporê ya Kevneşop li dar xist û li tûrnûvaya fitbol û voleybolê lîstika topa garanê jî zêde kir.
12 tîm beşdarî tûrnûvayê bûn û di lîstika fînalê ya navbera tîmên Sefîne û Nevavayê da Cîgirê Şaredar Turan Bedirhanoglu li gogê da û lîstikê dest pê kir.
Bedirhanoglu diyar kir, ew piştgiriyê didin Topa Garanê ku spora bav û kalan a Şirnexiyan e û wiha dewam kir: "Em ciwanan seba sporê teşwîq dikin. Mebesta me li Şirnexê him nirxên çandî him nirxên civakî neyên jibîrkirin û nifşa nû fêr bibe. Şirnexa ku bi terorê dihat bihîstin, îro êdî bi spora bav û kalan, bi aktivîteyên çandî va tê rojevê."
Ji lîstikvanan Çetîn Goren jî diyar kir ku Topa Garanê ji lîstika qedîm a beyzbolê ya Amerîkayê ye û bi 6 lîstikvanan va tê lîstin û ji bo ku ev lîstik neyê jibîrkirin ew hewl didin.