Haydar Şahin,Abdullah Tel
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
ŞAM
Li Xutaya Rojhilatê ya herêma Şamê ya ku di dorpêça rejima Beşar Esed da ye dîtina xurekê hema bibêje mimkun nîne. Xurekê kêm yê di destan da jî bi bihayê qasî 9-10 qatî zêde tê firotin.
Ji ber ku hêzên girêdayî rejima Esed destûrê nadin alîkariya mirovahiyê bigihêje herêmê, nikarin xurekê bigihînin Xutaya Rojhilatê.
Gelê li herêma ku lê stoqa çay, birinc, şekir, nîsk, rûn û savar xilas bûye li qereborseyê kîloya şekir bi 3 hezar û 500 lireyê Sûriyeyê (kêmzêde 27 lireyê Tirkiyeyê) dikirin.
Li herêmê ji bo bidestxistina nanê malbateke ku ji 5 kesan pêk tê kêmzêde 138 hezar lireyê Sûriyeyê (bi qasî 1000 lireyê Tirkiyeyê) lazim dike, ji ber ku li herêmê îmkanên xebatê tunin kesek kêmzêde encax 37 hezar-55 hezar lireyê Sûriyeyê (bi qasî 300-500 lireyê Tirkiyeyê) qezenc dike.
Mûsa Hemdiyê li navçeya Dumayê dikandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Xutaya Rojhilatê hemû dexl û den bi bihayekê zêde tên firotin.
Hemdî diyar kir ku dikana wî vala ye û wiha axivî: "Li herêmê şekir, rûn, rûnê malan, birinc, nîsk neman. Heke bibînin jî bi hayekê giran tê firotin û li qereborseyê bi hayekê 9-10 qat zêde tên firotin."
Hemdî destnîşan kir ku mesrefa malbatekê ya rojekê kêm zêde 5 hezar lireyê Sûriyeyê (40 lireyê Tirkiyeyê) digre û wiha pê da çû: "Heke hebe kîloyek çay bi 1000 lireyê Sûriyeyê ye (7,8) kîloyek birinc bi hezar û 500 lireyê Sûriyeyê (12 lire), kîloyek savar bi hezar û 200 lireyê Sûriyeyê (9 lire), kîloyek nîsik bi 900 lireyê Sûriyeyê (7 lire), kîloyek mast bi 2 hezar lireyê Sûriyeyê (16 lire), kîloyek penêr bi 4 hezar lireyê Sûriyeyê (32 lire) û lîtreyek rûnê avkî jî bi 5 hezar û 500 lireyê Sûriyeyê (43 lire) tê firotin.
- "Ji ber têrnexwarinê zarok dimirin"
Ehmed Mistefayê ku li Dumayê esnaf e got ku xelqê li navçe û bajarokên Xutaya Rojhilatê ne di peydakirina xwarin û xurekê da gelek zehmetiyan dikişînin.
Mistefa diyar kir ku li herêmê rûn, şekir, çay, ar û şîr tuneye û ji ber têrnaxwarinê jî li herêmê zarok dimirin.
Şêniyên li Duma û herêma Xutaya Rojhilatê ne dixwazin ku dorpêçiya li ser wan demildest rabibe û bikaribin bi hêsanî ji xwe ra xwarin û xurekê peyda bikin û bixwin.