Türkan Tosun
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ÎDLIB
Qefleya şeşemîn a ku ji Xûtaya Rojhilat a di bin dorpêçiya rejima Esed û aligirên wê de ye derketibû rê, gihîşt bajarê Hemayê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê dan, piştî hevdîtinên bi garantoruya Rûsyayê texliyeyên ji navçeyên Erbîn, Zemalka û Eyn Termayê dewam dikin.
Herdu konvoyên ewil ji navçeya Harestayê hatibûn texliyekirin, piştî wê ji navçeyên Erbîn, Zemalka û Eyn Termayê texliyeyan dest pê kiribû.
Qefleya şeşemîn ji 57 otobêsanû û 4 wesayitên nexweşxan neqil dike pêk tê. Tê de 3 hezar û 241 nexweş, sivîl û eskerên mixalif hene. Hat ragihandin konvoy serê sibê gihîşt Hemayê.
Hat gotin di konvoyê de hin kesên berê birîndar bûne û rewşa wan pir giran e jî hene.
Konvoy ji Hemayê wê here Îdlib û Heleba rojava.
Bi vê qefleyê hejmara kesên ku ji Xûtaya Rojhilat hatin texliyekirin ji 22 hezaran derbas bû.
Texliye dewam dikin, lê Dumaya navçeya Xûtaya Rojhilat a ku rejima Esed û piştgirên wê bi hezaran kes li wir kuşt in, hê jî di bin dorpêçê de ye.
- Pêvajoya texliyekirinê
Di 19ê sibatê de Esed û alîgirên wî bi piştgiriya Rûsyayê ji bo ku Xûtaya Rojhilat a di destê muxalifan de ye hildin dest bi êrişan kiribûn.
Di van êrîşan de gelek sivîl hatibûn kuştin û malê wan xirab bûbûn. Bi hezaran sivîlî jî xwe spartibû sitargehan û qatên jêr ên li bin avahiyan.
Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir xurt kiribû.
Konseya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê de biryara agirbestê dabû, lê dîsa jî li Xûtaya Rojhilat êrîşan û kuştina sivîlan dewam kiribû.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê de îlan kiribû ku agirbest dê her roj di navbera 09.00-14.00ê de (Bi saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku dê rejim jî vê yekê pêk bîne.
Lê hêzên rejimê guh nedabûn biryara agirbestê ya KENY û Rûsyayê û êrîşên xwe domandibûn. Ji 3yê adarê pê va jî li herêmê operasyoneke bejayî dabûn destpêkirin û cihên sivîl lê dijîn bombe kiribûn.
Rejim û alîgirên wê di 11-12ê adarê de ji rojhilatê heta rojavayê Xûtaya Rojhilat pêşva çûbûn, navçeya Harestayê dorpêç kiribûn û Xûtaya Rojhilat kiribûn 3 perçe.
Piştî ku rejima Esed êrîş zêde kirin û gelek cih bi dest xistin, bi deh hezaran kes mecbûr man ku koçî cihên di bin kontrola rejimê de ne bikin.
Li Xûtaya Rojhilat a di bin kontrola mixalifan de ye nêzî 400 hezar mirov bi qasî 5 salan e di bin dorpêçê de dijîn.