04 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
HEMA
Hat ragihandin ku rejima Sûriyeyê ji hewayê êrîşî Akirabata bajaroka Hemayê kir, di êrîşê da 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar ketin.
Xalid Humsê endamê Kordinasyona Navenda Medyayê ya Hema û Humsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên rejimê bombe avêtin bazara heywanan a li Akirabatê.
Hums destnîşan kir ku di êrîşê da 10 sivîl mirin, 20 sivîl birîndar ketin, hêzên rejimê ji beja û hewayê her tim bombeyan di ser herêmên mixalifan ên li dorberên Hema û Humsê da dibarînin.
Akirabata girêdayî Hemayê nika di kontrola DEAŞa rêxistina terorê da ye.