SANA
Hat ragihandin ku li Sanaya paytextê Yêmenê duh êvarê di navbera yekîneyên artêşê û Tevgera Ensarullah a Hûsiyan de şer derket û di encama şer de 45 milîtanên hûsiyan û 15 leşker hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin bidestxistin, duh êvarê di navbera artêşê û milîtanên Tevgera Ensarullah a Hûsiyan de pevçûn derket û heta şeveqê dewam kir.
Li gor gahiyên ewil di şer de 45 milîtanên hûsiyan û 15 leşker hatin kuştin û ji her aliyan jî gelek birîndar hene. Dibêjin dibe ku hejmara miriyan zêde be.
Şahidan destnîşan kirin ku li paytextê şeva herî xwînî derbas bû û welatî ji ber şer gelekî tirsiyan. Hat ragihandin şerê herî giran li dorberê mizgefta El-Îmam û li fêza televizyona dewletê derket. Milîtanên hûsiyan televizyona dewletê kiribûn hedefa xwe û êrîş dikirin.
Di daxuyaniya Komiteya Ewlekariya Bilind a nivîskî de bangî milîtanên hûsiyan kirin ku bira ji bajêr û baregehên xwe derkevin û vegerin qampên xwe.
Di daxuyaniyê de îdiayên ku dibêjin hûsiyan hin tax û herêmên paytextê bi dest xistine hatin derewandin.
Ji hêla din ve Berdevkê Tevgera Ensarullah a Hûsiyan Mihemed Ebdiselam di daxuyaniya xwe ya ku li ser facebookê hat weşandin de diyar kir ku hevdîtinên tura 2an a ku di navbera Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Cemal Bîn Omer û Serokê Hûsiyan Ebdilmalik el-Hûsî de dihat kirin temam bû.
Ebdiselam destnîşan kir ku hevdîtin bi rewşeke erênî derbas bû.
Pevçûnên di navbera milîtanên hûsiyan û yekîneyên artêşê de li bajarên Sana û Cewfê zehf zêde ne. Li bajarê Cewfê gaza siruştî û neft tê derxistin û ji ber vê jî bajar ji bo welêt zehf girîng e.