KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin. Hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil di encama teqînê de mirî û birîndar hene.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Îmam Qasima herêma bajarê Kerkûkê erebeyeke ku li hemberî bazara çekan sekinîbû bi destê kesên ku nayên zanîn ve hat teqandin. Di encama teqînê de zirareke mezin di xanî, dikan û erebeyên li der û dorê de çêbû. Li gor agahiyên ewil mirî û birîndar hene.
Polêsan herêm ji trafîkê re girtin. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.