BEXDA
Hat destnîşankirin ku li herêmên curbicur ên Bexdaya Iraqê di encama êrîşên bombeyî de 29 kes mirin û 71 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirt, li taxa el-Amîla li rojavayê başûrê Bexdayê li nêzî kafeyekê bombe hat teqandin û di encama teqînê de 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku li herêma Kazimiyeyê bi wesaîtên bombebarkirî êrîş hat kirin û dîsa bombeya hewanê ket heman herêmê û di encama van bûyeran de 21 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê li taxa Selamê di encama teqînê de 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn. Li herêma Qirayetê jî di encama teqînê de 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.