SANA
Hat ragihandin ku li bajarê Ebyena Yemenê milîtanên El-Qaîdeyê êrîşî yekîneyeke leşkeriyê kir, di encama êrîşê de 2 kes mirin.
Wezareta Parastinê ya Yemenê li ser malpera xwe daxuyanî da û li gor daxuyaniyê milîtanên El-Qaîdeyê bi bombeyên destan êrîşî baregeha 15emîn ya Tûgaya li Ebyenê kir û hêzên ewlehiyê jî bi çekan êrîşî milîtana kir. Hat ragihandin ku di şer de du leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku endamekî ji Erebistana Siûdî di şer de mir, du milîtan jî birîndar hatin girtin. Ji bo êrîşkaran bigrin li herêmê operasyonên berfireh dan destpêkirin.
Di sala 2012an de mensûbên El-Qaîdeyê bajarê Ebyenê bi dest xistibû, lê belê artêşa Yemenê piştî operasyonan bajar ji El-Qaîdeyê sitandibû. Tê ragihandin ku hêj jî El-Qaîde li bajêr çalakiyên xwe didomîne.
Li El-Cawfê 24 kes mirin
Ji aliyê din ve li bajarê El-Cawfê du roj e ku di nav Husî û êlan de şer dewam dike. Li gor agahiyan di şer de 24 kes mirin.
Li gor agahiyên ku ji şahidê bûyerê hatin girtin, roja pencşemê ji Husiyan komeke bi çek wesayita kesekî ji êla Beni Nevfê da sekinandin û gule berda ajokarê wesayitê. Ji ber bûyerê di nav her du aliyan de şer derket û di du rojên dawîn de ji Husiyan 17 ji êla Beni Nevfê jî 7 kes mirin û bi tevahî 25 kes jî birîndar bûn.