Haydar Şahin
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
LEHIC
Hat ragihandin ji ber barana ku li başûrê Yemenê dibare lehî rabû û di lehiyê da 10 kes mirin.
Qaymeqamê Muqataraya navçeya Lehicê Besim Zureyqî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber barana gur lehî rabû û di lehiyê da 10 kesên ku di nav wan da jin û zarok jî hene mirin, 6 kes birîndar bûn.
Zureyqî got ku lehiyê zirareke mezin da herêmê û bangî rayedarên hikûmetê kir û alîkariya acil xwest.