Haydar Şahin
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ATÎNA
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksî Çîpras der barê eskerên derbekar ên ku revîn Yewnanistanê de got: "Helwesta min timî zelal bûye: Li Yewnanistanê derbekar baş nayên pêşwazîkirin. Di vê çarçoveyê da em ê di qada ewlehî û darazê da tevkariya xwe bi Tirkiyeyê ra bidomînin"
Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras beriya ziyareta Serokomar Erdogan ya 7-8ê Kanûna Pêşîn ji AAyê ra axivî û got: "Ez bawer dikim ku piştî bi dehan salan şûnda ziyareta Serokomarê Tirkiyeyê ew ê ji bo avêtina gavên mêranî yên ji bo pêşerojê bibe îmkaneke girîng."
Li ser eskerên derbekar jî got: "Helwesta min timî zelal bûye: Li Yewnanistanê derbekar baş nayên pêşwazîkirin. Di vê çarçoveyê da em ê di qada ewlehî û darazê da tevkariya xwe bi Tirkiyeyê ra bidomînin"
Mitebeqata penaberan a Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê wiha nirxand:
"Tirkiyeyê sozên xwe bi cî anîn û koça li Egeyê kêm kir û berpirsyariya xwe bi cî anî û nîşan da ku li ser soza xwe ye."