Li Yewnanîstanê gel ji bo referandumê deng bide çû li ser sandoqan.
Welatiyên yewnan ji bo ku hikûmet şert û mercên Yekîtiya Ewropayê qebûl bike an na biryarê bide, çûn li ser sandoqê ku ray biavêjin.
Raydayînê di saet 07.00an de dest pê kir û wê heta saet 19.00an dewam bike.
Li Yewnanîstanê 9 milyon û 855 hezar û 29 hilbijêr heye. Ev hilbijêr qasî di 20 hezar sandoqan de ray diavêjin.
Meha borî Civîna Wezîrên Darayiyê yên Yekîtiya Ewropayê pêk hat. Di civînê de Komîsyona Ewropayê, Bankaya Navend a Ewropayê, Fona Pereyan ya Navneteweyî teklîfek pêşkeşî hikûmetê kirin. Di vê metnê de behsa reforman, deynan, rê û rêbazên xilasbûna qeyrana aboriyê cih girt. Gel niha ray dide ku hikûmet divê vê paketê qebûl bike an na? Ji referandûmê "erê" an "na" wê derkeve.
Ji bo ku referandûm bê qebûlkirin divê ji sedî 40 hilbijêr herin li ser sandoqê.
- Berê jî gel ji bo referanduman çûbû li ser sandoq
Piştî 41 salan welatiyên yewnan ji bo referandumekî çûn li ser sandoq.
Refeanduma ewil di sala 1920an de, ya duyem di sala 1924an de, ya sêyem di sala 1935an de, ya çarem di sala 1946an de, ya pêncem di sala 1946an de, ya şeşem di sala 1968an de, ya heftem jî di sala 1973an de çêbû. Referanduma dawîn jî di sala 1974an de çêbibû.