Fatih Gazioğlu
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ATÎNA
Li nêzî Behra Îyonê ya li rojavayê Yewnanistanê bi lerza 6,8an erd hejiya.
Navenda Sîsmolojiya Ewropa-Behra Spî ragihand 53 kîlomêtro li başûrê rojavayê Girava Zakînthosê bi lerza 6,8an erd hejiya.
Hat diyarkirin erdhej 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Erdhej li Atînaya paytext jî hat hîskirin û li Malta û Albanyayê jî tesîr kir.
Li heman herêmê piştî erdheja ewil bi lerza 5,6an erdhejeke din jî çêbû.
Li gor agahiyên çapemeniya Yewnanistanê di erdhejê da li hin herêman xisar çêbûye.