Hat ragihandin ku li Hadramewta bajarê Yêmenê di navbera artêşê û milîtanên rêxistina El-Qaîdeyê de şer derket û di encama şer de 2 leşker û 10 milîtan hatin kuştin.
Li gor nûçeya ku di malpera Wezareta Parastinê de hat weşandin, milîtanên el-Qaîdeyê li Kutna navçeya Hadramewtê xwe amade kirin ku bi erebeyeka bombebarkirî ve êrîşî Lîwaya Piyadeya ya 135an bike.
Hat ragihandin ku leşkeran li ser şikê, erebeya bombebarkirî tespît kirin û îmha kirin. Piştî vê bûyerê di navbera Lîwaya Piyadeya ya 135an û milîtanên rêxistinê de pevçûn derket û di encama şer de 2 leşker û 10 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di şer de ji her aliyan jî gelek kes birîndar bûn.
Li hin bajarên Yêmenê ev 3 salin di navbera hêzên hikûmetê û milîtanên El-Qaîdeyê de pevçûn derdikevin. El-Qaîde hikûmeta Yêmenê û hêzên ewlekariyê wek alîgirên Amerîkayê dihesîbine û ji bo vê jî li dijî wan êrîşan dike û endamên artêşê dikuje.