Hat ragihandin ku li Cewfa bajarê Yêmenê di navbera hêzên ewlekariyê û hûsiyan de şer derket û di encama şer de 40 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, li El-Gîla navçeya Cewfê di navbera Komîteya Parastina Gel a ku ji eşîran pêk tê û piştgiriyê dide artêşê û milîtanên Tevgera Ensarûllah a hûsiyan de şer derket û di encama şer de 40 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku ji miriyan 10 kes ji Komîteya Parastina Gel û artêşê ne, 30 kes hûsî ne.
Li bajarê Cewfê ev çend meh e di navbera hûsiyan û Komîteya Parastina Gel û artêşê de pevçûn derdikevin.