SANA
Hat ragihandin ku li Sanaya paytextê Yêmenê li dijî hûsiyên ku civiyabûn êrîşa xwekujiyê hat kirin, li gor agahiyên ewil di êrîşê de 11 kes mirin.
Hat diyarkirin ku bûyer li rasta Tehrîrê qewimî û çalakvanên xwekujiyê hat cihê kontrolê û bombeyên li ser xwe teqandin. Di encama teqînê de 11 kes mirin û 4 birîndarên ku rewşa wan giran e jî rakirin nexweşxaneyan.
Pêşawayê Tevgera Ensarullah a Şiiyan (hûsî) Ebdilmelîk el-Hûsî diyar kiribû ku Serokwezîrê ku bi destê Serokomar Ebdurabu Mensûr hat tayînkirin qebûl nakin û ew ê çalakiyên xwe bidomînin.