Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşa xwekujiyê ya li Sanaya paytextê Yêmenê de mirin xwe gihande 32yan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan bûyer li rasta Tehrîrê qewimî û çalakvanê xwekujiyê hat cihê kontrolê û bombeya li ser xwe teqand. Hejmara kesên ku di êrîşa xwekujiyê de mirin xwe gihande 32yan.
Hat ragihandin ku di nav kuştiyan de zarok jî hene.
Di agahiyên ewil de hatibû diyarkirin 11 kes mirine û 4 kes jî birîndar bûne.
Pêşawayê Tevgera Ensarullah a Şiiyan (hûsî) Ebdilmelîk el-Hûsî diyar kiribû ku Serokwezîrê ku bi destê Serokomar Ebdurabu Mensûr hat tayînkirin qebûl nakin û ew ê çalakiyên xwe bidomînin.