WELLINGTON
Navenda Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîkayê ragihand ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat û navenda wê jî li Seddona ku 94 kîlometre li rojavayê paytext Wellîgtonê ye.
Hat diyarkirin ku ji ber lerza erdhejê hin mal hatin valakirin. Li gor agahiyên ewil di erdhejê de birîndar tunene.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku ji ber erdhejê banga tsûnamiyê nehat kirin.