Mustafa Melih Ahıshalı
04 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Li Hurmuzgana eyaleta Îranê 3 kesên ku ji ber sûcê tecawizê dihatin darizandin, hatin dardekirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Farsê Serdozgerê Hurmuzganê Mucteba Qehremanî der heqê mijarê da agahî da.
Qehremanî diyar kir ku biryara dardekirinê ya der heqê 3 kesên ku di sala 2021î da hatibû dayîn îro serê sibehê li Girtîgeha Bender Ebas hat pejirandin.
Serdozgerê Îranî navê kesên hatin dardekirin neda û ragihand ku ev hersê kes bi awayek dereqanûnî navenda bedewiyê vekiribûn û ji ser medyaya civakî jî jinan dixapandin.