13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Îranê li Kendava Farisî dest daniye ser 2 botên Hêzên Deryayî yên DYAyê.
Rayedarên Wezareta Bergiriyê ya DYAyê destnîşan kirin dema ku ew bot di dehma Kûwêt û Behreynê ve derbas dibin, têkiliya wan bi wan ra hatiye birîn.
Rayedarekî Pentagonê der barê wan botên ku 10 deryavan tê da bûn got, "Piştî birîna têkiliyê, em bi rayedarên Îranê ra axivîn, wan got tendirustiya karmendan baş e û di ewlehiyê da ne. Herwiha ji me ra ragihandin ku di demeke kurt da, wê destûra deryavanên me bidin ku di rêya xwe da berdewam bikin."
Ji aliyeke din va, Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Qesra Sipî Ben Rhodes jî ji rojnamevanan ra daxuyand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê û vegerîna deryavanan dest bi xebatê kirine.
Herwiha hat ragihandin ku Wezîrê Karê Derva yê DYAyê John Kerry jî digel hevtayê xwe yê Îranê Cewad Zerîf bi telefonê axiviye.
- Îranê bûyer piştrast kir
Di daxuyaniya Pasdarên Îranê da hat destnîşankirin ku duh seat derdora 16:30an, 2 keştiyên Hêza Deryayî ya DYAyê, li Kendava Farisî, li nêzîkî Girava Farisê ji nav sînorên deryayî yên Îranê re derbas bûne û 10 leşkerên di wan keştiyan da binçav kirine û birine Girava Farisê.
Hat ragihandin ku leşkerên ku hatine binçavkirin yek ji wan jin 9 leşker in.
Berdevkê Pasdarên Îranê Tuggeneral Remezan Şerîf jî ji Ajansa Nûçeyan ya Tesnîmê ku ajanseke nîvresmî ya Îranê ye, ragihand, "Em lêkolînê dikin bê ka gelo bi qestî sînorê Îranê îxlal kirine yan na. Ew daxuyaniyên ku der barê 'wê leşker bi şiklekî lezgînî bên berdan' bi tenê rîwayet in. Ez vê kêliyê nikarim tiştekî teqez di vê mijarê da bêjim."