Önder Beyter
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Li rojavayê başûrê Îranê li bajarê Mescida Silêman ê eyaleta Xûzistanê bi mezinahiya 5,7 pileyî erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdheja 5,7 pile mezin ku navenda lerza wê, bajarê Mescida Silêman e, li gorî dema herêmê di saet 11.30î da hat qeydkirin. Hat destnîşankirin ku erdhej 17 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku di navbera 2,5 û 4,7 pileyî da ji 10î zêdetir lerzên dûmahîkê çêbûn.
Herwiha li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê jî di erdheja ku li 15 gundan bû sedemê ziyana madî da kesek mir, 64 kes jî birîndar bûn.